Mehmet Alî Ertaş: “Zextên 120 sal berê niha jî dewam dikin”

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Alî Ertaş 120’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî nirxand û got: “Zextên 120 sal berê niha jî li çapemeniya kurd dewam dikin. Êdî hemû rojnamegerên kurd û muxalîf di bin zextan de ne. Em vê rojê bi xemgînî pêşwazî dikin. Ji ber 198 rojnameger girtî ne.”
Îro 120’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. 120 sal berê yekemîn car kurdan li paytext Qahîreyê ya Misrê dest bi weşana rojnamegeriyê kir. Bi minasebeta rojê edîtorê serwîsa Kurdî yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Alî Ertaş beşdarî bû û 120’emîn salvegera rojnamegeriya kurdî û zextên li ser çapemeniya kurd nirxand.
Ertaş di destpêka axaftina xwe de vê rojê li tevahiya rojnamegerên kurd û cîhanê pîroz kir û xwest ku êdî rojnamegeriya kurdî bi hêviya rojên azad weşangeriya xwe bike. Ertaş anî ziman ku Mîqdad Mîthad Bedîrxan 120 sal berê ji ber zext û zordarî li ser kurdan û çapemeniya kurdan hebû û azadiya çapemeniyê û ramanê qedexe bû neçar ma ku li derveyî welatê xwe dest bi weşangeriya kurdî bike.

‘120 SAL ZEXT ÇIBÛN NIHA JÎ HEMAN ZEXT HENE’

Ertaş diyar kir ku 120 sal berê li ser çapemeniya kurd zext û êrîş çibûn îro jî heman zext xwe li ser çapameniya kurd dubare dikin û got: “Dibe ku rêbaza zextan hatibe guhertin, lê hişmendî heman hişmendî ye. Kes hatine guhertin lê aqil eynî ye. Bedîrxan ji bo çand, ziman, siyaset û derdê gelê kurd bîne ziman dest bi vê rojnamegeriyê kir. Kurdan li kîjan devera cîhanê dest bi weşanê kir di bin zext û zordariyan de bû.”

‘ÊDÎ ÊRÎŞ LI SER HEMÛ ROJNAMEGERÊN MUXALÎF HEYE’

Ertaş destnîşan kir ku rojnamegeriya kurd azadî, ziman, heqîqet û çandan û netewan diparêz e û wiha domand: “Li rex çapemeniya kurd zext li ser çapemeniya muxalîf jî heye. Mînak em dikarin rojnameya Cumhuriyetê nîşan bidin. Ji ber ku deng û rengê azadîxwaz û demokrasiyê diparêz e êrîş û zext li ser wê jî dikin. Êdî êrîş tenê ne li ser çapemeniya kurd, li ser tevahî rojnameger û çapemeniya muxalîf dewam dike.”

‘HEQÎQET NAYÊ BÊ DENGKIRIN’

Ertaş da zanîn ku li gel hemû zext û zordestiyan jî çapemeniya kurd û muxalîf li ber xwe dide û ev tişt got: “Ne girtina rojnamegeran û ne jî girtina saziyên çapemeniyê dê vê kevneşopiya heqîqetê neyê bêdengkirin. Em dikarin dema salên 1990’an kuştina rojnamegeran bidin wek mînaka vê yekê bidin nîşandan. Ji Apê Musa (Musa Anter) bigire heta şehîdên çapemeniyê yên dawî ev dengê rastiyê bêdeng nebû û niha ala şehîdên çapemeniyê ba dibe.”

‘198 ROJNAMEGER GIRTÎ NE’

Ertaş bal kişand ser rewşa rojnamegerên kurdî û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em vê rojê bi xemgînî pêşwazî dikin. Ji berk u niha li gorî daneyên di deste me de 198 rojnameger girtî ne, rojnameya kurdî Azadiya Welat dernakeve, rojname tên girtin û çapxane tên desteserkirin. Gelek ji wan rojnamegerên kurd in. Lê êdî di çavên vê desthilatdariyê de ferqa rojnanegerên kurd û muxalîf nîne. Berê tenê li ser rojnamegerên kurd zext hebûn. Lê li ser hemûyan hene. Her çiqas rojname û çapxane bên girtin jî lê dê ev kevneşopî bêdeng nebe. Pêwîst be dê hevalên me li girtîgehan jî nûçeyan çêbikin. Bi tu awayî îro nikarin ser rastî û agahiyan bigirin. Dê heqîqet û rastî bi ser keve. Dê rojnamegerên ku heqîqet vedibêjin mafdar derbikevin. Kes nikare pêşî li heqîqetê bigire. Ez bang li hemû rojnamegerên muxalîf dikim ku yekîtiya xwe bikin û li dijî van zextan jî bêdeng nemînin. Dem dema piştevaniyê û divê hemû rojnamger li hawara hev biçin.”

Mehmet Erol

© https://ozguruz.collateral-freedom.org
22.04.2018

2018-04-22T17:55:27+00:00